Mukaddime (May 2019)

Di Mem û Zînê de Çend Hunerên Wateyî

  • Osman Aslanoğlu

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.493209
Journal volume & issue
Vol. 10, no. 1
pp. 141 – 159

Abstract

Read online

Helbestvanê navdar ê Wêjeya Klasîk a Kurdî Ehmedê Xanî, herî zêde bi berhema xwe Mem û Zînê tê naskirin. Mem û Zînê, bi taybetîya xwe ya edebî li kêleka berhemên wêjeyî yên cîhanê, cihê xwe girtiye. Mesnewîya Mem û Zîn’ê ne tenê çîrokeke evînî ye ku xweş hatiye gotin; belkî berhemeke piralî ye ku Xanî serdema xwe û rewşa Kurdan ku wê demê tê de bûn derxistiye holê. Tiştê herî girîng jî ev, berhemek e ku ji bo hebûna Kurdan a di qada wêjeyê de hatiye nivîsîn. Xanî, ji ber ku Mem û Zîn bi vê angaştê nivîsandiye, ew berhem bi gellek huneran xemilandiye. Di nav cureyên huneran de herî zêde hunerên girêdayî wateyê hatine bikar anîn. Di nav wan de jî tenasub, teraduf, tezad û tekrîr... ên herî zêde ne. Dîtin û nasîna van huneran, ji bo têgihîştina nirxa vê berhemê dê bibe navgînek. Bi liber çav girtina vê xalê, em ê hunerên wêjeyî yên girêdayê wateyê derxin.

Keywords