Mukaddime (Mar 2023)

Analîzeke Edebî li ser Muşa‘ereya Aşiq û Maşûq a Rûhî

  • Yakup Aykaç

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.1242922
Journal volume & issue
Vol. 14, no. 1
pp. 195 – 227

Abstract

Read online

Mijara işqê ji demên berê ve di jiyana mirovan de cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê derbarê işqê de gelek berhem hatine nivîsîn ku ji aliyê felsefî, ilmî û tesewifî ve li ser wê hûr bûye. Herweha hizr û ramanên felsefî, edebî û tesewifî ên derbarê işqê de hatine gotin bi awayekî rengê xwe daye helbestên klasîk jî. Çi bi işqa mecazî çi jî bi işqa heqîqî, di bin çerxa işqê de bi cureyên xezel, qesîde û mesnewî gelek berhem hatine nivîsîn. Yek ji wan jî hlebesta Aşiq û Maşûq a Şêx Ebdurehmanê Axtepî ye ku bi mexlesa Rûhî deng daye. Rûhî helbesta xwe bi şêwaza munazereyê nivîsiye. Şair bi hunera teşxîsê aşiq û maşûq xistine nav guftûgoyeke evînî ku ji vî aliyê ve bûye mînakeke mu‘eşşeqeyê. Mu‘eşşeqeya Rûhî ya ku bi teşeya murebbê hatiye nivîsîn, cara yekem di vê nivîsarê de di çarçoveya muşa‘ereyê de hatiye nirxandin. Armanca vê gotarê ew e ku li ser muşa‘ereya Aşiq û Maşûq analîzeke edebî bike. Di ve xebatê de metoda şerhên nûjen wek rêbaz hatiye bikaranîn û her bendeke vê muşa‘ereyê bi ferhengok, analîzeke edebî û tesewifî, û hunerên edebî pêkve hatine nirxandin. Di dawiya lêkolînê de derketiye holê ku muşa‘ereya Aşiq û Maşûq ji aliyê edebî ve xwedî naverokeke kûr e.

Keywords