گۆڤارا زانستێن مرۆڤایەتی یا زانكۆیا زاخۆ (Sep 2022)

Durru’l-Mecalîsa Mela Mûsayê Hekarî û Girîngîya wê di Dîroka Lêkolînên Folklora Kurdî da

  • Ramazan PERTEV

DOI
https://doi.org/10.26436/hjuoz.2022.10.3.1044
Journal volume & issue
Vol. 10, no. 3

Abstract

Read online

Ev gotar li ser xebata zanayê kurd Mela Mûsayê Hekarî ya bi sernavê Durru’l-Mecalîsê radiweste û hewl dide ku ji çend alîyan ve wê bide nasîn. Ji sedsala 18. û vir da ji alîyê lêkolînerên bîyanî ve gelek keresteyên folklora kurdî hatine berhevkirin. Di nav wan da xasima di koleksîyona Auguste Aleksandre Jaba da gelek nimûneyên berhevkarîyê ya folklora kurdî hene. Bo nimûne berhevkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî yek ji karên sereke yên vê arşîvê ne. Di nav vê koleksîyona navborî da xebateke Mela Mûsayê Hekarî bi sernavê Durru’l-Mecalîs heye ku heta niha zêde behsa wê nîne. Ev xebat ji 58 hîkayetan pêk tê û ji ber ku di salên 1600î wan da hatîye nivîsîn em dikarin bibêjin ku yekem ji nimûneyên pexşana kurdî/kurmancî ne. Ji nav van hîkayetan çend ji wan gelekî orijînal in weku “Ferhad û Şîrîn” (hîkayeta 23.) û “Dehhak” (hîkayeta 36.) ku di naveroka wan da regezên folklorîk pir bi aşkereyî xuya ne. Li gorî agahîyên di Seyahatnameya Evlîya Çelebi da Mela Mûsayê Hekarî di navbera sedsala 16. û 17. da jîyaye û yek ji wan zanayên naskirî yê devera Hekarîyê bûye. Wî ji çavkanîyên curbicur hîkayet wergerandine kurmancî, belku bi piranî ji zimanê farisî ne. Hîkayetên Mela Mûsa xwedî du fonksîyonan in: armanca pedagojîk û armanca xweşwextderbaskirinê. Yanî wî li gorî nirx, etîk û estetîka serdema xwe bi rêya van hîkayetan ra xwestîye ku peyaman bide civaka xwe û li hember rûdanên jîyanê helwest û tevgerên rast nîşanî wan bide û ji alîyê din ve jî xwestîye ku di şevbuhêrkên kurmancan da wextê wan bi awayekî xweş derbas bibe. Mijarên hîkayetan li ser taybetmendîyên kesayetî û civakî ne, wekî başî û xerabî, quretî û nefsbiçûkî, dadmendî û neheqî, comerdî û çavbirçîtî, evînî û dilsozî, rastî û derewkarî, dewlemendî û xizanî, qehremanî û tirsonekî, arîkarî û piştgirî, mîzaha civakî, tevgerên jin û mêran, jîyana pêxemberan û hwd. Di vê gotarê da bi rêya analîzên teşeyî û naverokî em taybetmendîyên folklorî û zimanî yên van hîkayetên Durru’l-Mecalîs ê vedikolînin û girîngîya wan ya di cihê folklora kurdî da nîşan didin.

Keywords