Nubihar Akademi (Dec 2024)
Cotepeyv di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da
Abstract
Cotepeyv bûye têgeheke rêzimanî ku amaje bi dubareyên deng morfem an jî peyvan dike. Cotepeyvên ku weke dubareyan jî tên binavkirin ji bo bihêzkirin, xurtkirin û dewlemendkirina wateyê tên bikaranîn. Di van komepeyvan de; yan heman peyv tê dubarekirin, yan peyvên nêzwate û dijwate ligel hev tên bikaranîn yan jî peyvên hevdeng li dû hevdu tên rêzkirin. Bi van taybetiyên xwe ve cotepeyv di helbest û pexşanê da ji bo xurtkirin û dewlemendkirina wateyê ji aliyê edîb, şair û nivîskaran ve hatine bikaranîn. Ehmedê Xanî yek ji wan edîb û nivîskaran e ku di berhema xwe Mem û Zînê de ev komepeyv firawan bi kar anîne. Xebata me, nusxeyên Mem û Zîna Ehmedê Xanî yên wekî ya Yıldırım (2010), Şemrexî (2011), Doskî (2013) û ya Dost (2020) ve hatine amadekirin da ber hev û cotepeyvên berhemê analîz kirin. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Destpêk bi kurtasî çarçoveya têgehî û teorîk tevî rêbaz û materyala xebatê dihewîne. Di beşa yekem de cotepeyv ji aliyê teşeyê ve, ya duyem de ji aliyê zimanê hêmanên wê ve hatine dabeşkirin û ew bi mînakên Mem û Zînê hatine nimûnekirin. Di dawiyê de cotepeyvên ku hatine tesbîtkirin bi alfabetîk hatin rêzkirin û li xebatê hatin zêdekirin. Di encamê de divê em bêjin; me di Mem û Zînê de 826 cotepeyv tesbît kirin ku hinek ji wan dikarin daxilî ji kategoriyekê zêdetir bin.