Mukaddime (May 2023)

Romaneka Dîrokî Ya Dîroknasekî: Zeynel Bega Îhsan Colemêrgî

  • İlyas Suvağci

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.1182700
Journal volume & issue
Vol. 14, no. 1
pp. 73 – 88

Abstract

Read online

Dîrok û roman du hêmanên sereke ne ku behsa jîyana civak û ferdan dikin. Çawa ku dîroknas xwe dispêre belgenameyan û bûyerên berê radigihîne romannivîs jî kitekit û jîyanên ku di dîrokê da nepenî mane şîrove dike. Em di vê xebata xwe da li ser romana Îhsan Colemêrgî ya bi navê Zeynel Beg bisekinîn gelo di vê romanê da nivîskarî çawa ji dîrokê sûd wergirtîye. Wekî cureyeka romanê ev berhem di edebîyata Kurdî da yek ji nimûneyên ewil yên ku li ser dîroka Hekaryan e. Lewma lêkolîna me ji ber vê sedemê girîng e. Di vê xebatê da me ev pirs bersivandin; gelo hêmanên romanê yên binyadgerî yên wek zîncîreya rûdanê , karakter , zeman û mekanî çawa hatine honandin, cureyê vegêr bandoreka çawa li ser romanê kirîye, wekhevîyên vê berhemê ligel romanên dî yên dîrokî çi ne? Me rêbaza nirxandina naverokê ya çawahînîyê bi kar anî. Me dît ku di navbera nivîskarî û berhema wî da têkilîyeka girîng heye. Bûyerên ku di romanê da tên vegotin ji riwangeha romannivîsekî zêdetir dişibe ya dîroknasekî. Lewma mirov dikare bibêje ku di berhemê da mînakên anakronîzmê jî tên dîtin. Lewma nivîskarî ji bo nivîsandina dîrokê roman wek amûrekê bi kar anîye

Keywords