Mukaddime (Mar 2023)

Evînek û Du Mesnewî: Danberheveke Naverokî ya Leyla û Mecnûna Sewadî û Leylâ wû Mecnûna Fuzûlî

  • Şehmus Kurt

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.1241516
Journal volume & issue
Vol. 14, no. 1
pp. 177 – 194

Abstract

Read online

Çîroka bi navê Leyla û Mecnûn, ya ku di eslê xwe de çîrokeke gelêrî ye, ji aliyê gelek helbestkarên Rojhilata Naverast ve wek çîrokeke menzûm di qalibê mesnewiyê de hatiye vehonandin. Herçend beriya wî jî ev çîrok bi farisî hatibe hûnandîn jî Nîzamiyê Gencewî bi mesnewîya xwe ya bi navê Leyla û Mecnûnê ve ev çîrok li dinyayê navdar û berbelav kiriye. Ev çîroka navdar ji aliyê gelek hesbestkaran ve bi tirkî û kurdî jî wek mesnewî hatiye honandin. Heman çîrok ji aliyê Fuzûlî ve bi navê “Leyla wû Mecnûn” bi tirkî, û ji aliyê Sewadî ve jî bi navê “Leyla û Mecnûn” bi kurdî hatiye vehonandin. Di vê xebatê de em dê Leyla wû Mecnûna Fuzûlî û Leyla û Mecnûna Sewadî ji aliyê naverokê ve bidene ber hev û hewl bidin ku wekhevî û cudahiyên naverokî, lehengî û mijarî derbixin meydanê.

Keywords