Mukaddime (Jan 2010)

Mela Xelîlê Sêrtî: Helbestvanê bi Mexlesa “Şewqî” û Helbestên Wî Yên Kurdî (Kurmancî)

  • Abdurrahman Adak

Journal volume & issue
Vol. 1, no. 1
pp. 143 – 168

Abstract

Read online

Mela Xelîlê Sêrtî yê ku bi eslê xwe ji Hîzana girêdayî bi Bedlîsê ve ye, lê ji ber kû piştre li navenda Sêrtê bi cih bûye bi wir hatiye naskirin, kesayetekî ilmî ye ku gelek berhem dane ûtesîreke mezin li medreseyên Kurdan kiriye. Ew ji alîyekî dî ve kesayetekî edebî ye ku bi Erebî û bi Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî ku menzûm in Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê ye. Lê ji bilî van berhemên menzûm helbestine wî jî bi Erebî û Kurmancî hene ku heta niha di destnivîsaran de mane. Di du mecmû’eyên destnivîsar de yên ku li ber destê me ne de gelek helbestên Erebî yên Mela Xelîlê Sêrtî û 4 helbestên wî yên Kurdî cih digrin. Yek ji van mecmû’eya ya Mela Xelîlê Sêrtî bi xwe ye, û ya dî jî ya nevîyênevîyê wî Şêx Cuneydê Zoqeydî ye. Mexlesa Mela Xelîlê Sêrtî ya ku di van helbestan de xebitandiye “Şewqî” ye. Ev nivîs li ser danasîn û weşandina van helbastan radiweste.

Keywords