Mukaddime (May 2019)

Xebatên Kurdolojiyê li Zanîngeha Bîngolê (2014-2018)

  • M. Zahir Ertekin,
  • Şerif Güzel

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.508828
Journal volume & issue
Vol. 10, no. 1
pp. 161 – 193

Abstract

Read online

Xebatên kurdolojiyê xwe dighinînin sedsala 17em û îro jî çalak berdewam in. Çi bi rêya saziyên sivîl, çi bi rêya saziyên fermî yên dewletan, li dormedora cihanê xebatên kurdolojiyê dimeşin. Me di vê nivîsarê de berê xwe daye xebatên Kurdolojiyê li Zanîngeha Bîngolê yên ji sala 2014 heta sala 2018an. Di van salan de, li vê zanîngehê, xebatên di vî warî de hatine kirin bûne naveroka vê gotarê. Di serî de, em li ser tezên kurdolojiyê yên lisans û masterê sekinîn. Piştre em ketin nava gotarên hekemî yên akademik ên vê zanîngehê. Paşê jî berhem û sempozyomên ku di vê qadê de hatine kirin û weşiyane, kete nava xebata me. Bi vî awayî me xwest em xebatên kurdolojiyê yên vê zanîngehê tomar bikin, îstatîstîkên wan derxin û wek metnekî amadekirî deynin ber destê peywendîdaran.

Keywords