Mukaddime (May 2022)

Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da

  • Zülküf Ergün

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.1049289
Journal volume & issue
Vol. 13, no. 1
pp. 147 – 169

Abstract

Read online

Ji ber çendîn sedeman edebîyata kurdî ya Sovyetê heta salên 1970yî wek edebîyateke yekdeng derdikeve holê û di nav anonîmîyeke etnîk, îdeolojîk û civakî da tê berhemanîn. Lê ji vê arasteya giştî cudatir Emerîkê Serdar ji salên heftêyî heta dawîya Sovyetê bi sê pirtûkên xwe yên çîrokan deng û riwangeheke nû tîne nav vê edebîyatê. Ji alîyekî ve dibe dûajoyê nerîta xwe ya edebî ji alîyê din ve bergeheke nû li ber vê nerîtê vedike. Li ser şopa berê, ew jî behsa mijar û mîrata pêşîyan bike jî ji wan cudatir zimanekî propagandîst bi kar naîne û bi riwangeheke şexsî berê xwe dide mijarên berê. Li alîyê din hem ji alîyê naverokê ve hem jî ji alîyê vegêranê ve nûgerîyekê pêk tîne û ji yek-vegêrîyê ber bi pir-vegîrîyê, ji zimanekî folklorîk ber bi şêwazeke kesî, ji girêyên sade yên çîrokan ber bi girêyên aloz û ji cure û rûdanên çavnas ber bi cure û rûdanên nû pêngavên giring diavêje. Ev gotar vê guherînê berbiçav dike û digihîje wê encamê ku ji ber van taybetmendî û cîyawazîyan hêja ye ku mirov Emerîkê Serdarî wek dengekî cîyawaz ê edebîyata kurdî ya Sovyetê bide nasandin.

Keywords