Mukaddime (Apr 2011)

Romanek û Fîlmê Xwe: Vegotin, Dîtin, Temsîlkirin

  • Selim Temo

Journal volume & issue
Vol. 4, no. 4
pp. 61 – 81

Abstract

Read online

Romana Ferît Edgü, ya bi navê O, di sala 1977an de hatiye çapkirin ku di wêjeya Tirkî de xwediyê ciyekî taybet e. O, her çi qas bi şêweya vegotin û honandinê ve cuda be jî, di derbirrîna Kurdan de, kêm zêde helwesta heyî ya wêjeya Tirkî dubare dike. Ji hêla din ve, di sala 1983yan de, fîlmek bi navê Hakkarî’de Bîr Mevsîm ku li ser romanê hatiye avakirin tê kişandin. Mirov dikare bibêje ku valahiyên romanê û fîlm bi hevûdu tije dibin ku ev tê wê wateyê ku herdu “metn” jî “nîvco” ne. Herdu metn jî, digel ku nav hilnadin, Kurdan derpêş dikin. Di vê helwesta hevpar de Kurd têne temsîlkirin. Di vê nivîsê de roman û fîlmê xwe li derûdora temsîlkirinê tên şîrove kirin.

Keywords