Mukaddime (May 2021)

Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”

  • Kenan Subaşı

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.803810
Journal volume & issue
Vol. 12, no. 1
pp. 220 – 248

Abstract

Read online

Di vê gotarê de analîzeke edebî di çarçoveya du hêmanên sereke yên edebiyata zarokan de dê bê kirin. Ev hêman “rastiya zarokê” û “îzafiyeta zarokê” ne ku bingeha edebiyata zarokan a modern jî li ser wan saz dibe. Ji ber ku zarok xwedî kesayeteke cuda û xweser e, nivîskarê edebiyata zarokan di hunera xwe de mecbûr e vê cudabûn û xweseriya zarokan bigire ber çavan. Lewra muxatabê sereke yê vê edebiyatê zarok bixwe ye. Ji bilî van ji bo ku zarok bibe xwedî estetîk û arezûyeke edebî, dîsa divê berhemên edebî yên ku ji bo zarokan tên nivîsandin, li gorî van herdu hêmanan bên afirandin. Li gorî van esasan di vê xebatê de dê helbestên zarokan ên kurdî li gorî van herdu hêmanan bên nirxandin. Herwiha qesda me ji helbestên zarokan ên kurdî ew e ku ji destpêkê heya îro yanî ji helbestvanên weku Zêwer, Goran, Kakeyî Felah, Kamiran Elî Bedirxan, Letîf Helmet, Elî Ewnî Şewnem bigirin heya kesên weku Emîn Muhemed, Taha Bîlal, Elî Hemereşîd Berzincî, Osman Muhemed Hewramî, Konê Reş, Yehya Elewî Ferd û Mueyed Teyîb binirxînin û mînakên helbestên wan ên serkeftî û neserkeftî, digel egerên wan, parve bikin.

Keywords