Mukaddime (Nov 2020)

Di Devokên Kurdîya Kurmancî de Zayenda Rewşên Morfolojîk (Mînakên Devokên Bakûr, Başûrê Rojhilat û Başûrê Rojavayê)

  • Mehmet Yonat

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.732473
Journal volume & issue
Vol. 11, no. 2
pp. 410 – 445

Abstract

Read online

Kurdîya Kurmancî zimanekî xwedî zayenda rêzimanî ye. Zayenda navdêran di rewşa rasterast de an jî wexta navdêr bi serê xwe têne bikrananîn nayê fêmkirin. Ji bo were zanîn ka zayenda navdêran çi ye, navdêr divê di rewşa tewandî de an jî di rewşa bangkirinê de were bikaranîn. Dîsa di nav avanîya îzafeyê de patîkela îzafeyê zayenda navdêran nîşan dide. Kurdîya Kurmancî xwedî gelek devokan e û bikaranîna zayendê li gor devokan hin caran form diguherîne û di hin devokan de jî hessasîyeta zayendê ji holê rabûye. Di vê xebatê de sê devokên kurmancî ji hêla zayenda rewşan ve hatine analîzkirin. Ev devok devoka başûrê rojhilat, devoka bakûr û devoka başûrê rojavayê ne. Ji bo devoka başûrê rojhilat gundeke Beytuşşebaba Şirnexê; ji bo devoka başûrê rojava Bajarê Semsûrê û ji bo devoka bakûr jî gundeke bajarê Muşê hate hilbijartin. Ji bo analîza van devokan, ji hêla nivîskarê vê gotarê ve amûreke pîvandinê hatîye pêşxitin. Ev amûr ji pêncî û pênc pirsan pêk tê. Ev pirs bi Tirkî ji axêveran hatine pirsin û bersivên wan bi Kurdî hatine standin. Lewra Kurmancî di nav guherîneke (an jî asîmîlasyoneke) gelek bi lez de ye, axêverên heremekê li gor emr û zayenda xwe, dibe ku heman formê cuda bikar bînin. Loma jî, axêver ji hêla emr; kal, navemrî û ciwan û ji hêla zayendê; jin û mêr ve hatine dabeşkirin. Di encama vê xebatê de tiştên ku hatine destxistin, di devokên başûrê rojhilat û başûrê rojava de her çiqas zayenda rewşan hema hema wek Kurmancîya standart be jî di devoka bakûr de, navdêrên nedîyar û nîşander ji hêla zayendê ve hessasîyeta xwe wunda kirine. Di navdêrên dîyar yên nespesîfîk de devoka bakûr, ji ber bandora Tirkî paşgirên tewangê bikar neanîne. Dîsa di hemû devokan de axêverên ciwan li gor axêverên emirbilind kêmtir hessasîyet nişanê bikaranîna zayendê dane.

Keywords