Mukaddime (Mar 2023)

Duzimanîtî û Hîss Analîzek li ser Duzimanîya Kurdî-Tirkî

  • Mehmet Yonat

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.1244713
Journal volume & issue
Vol. 14, no. 1
pp. 28 – 47

Abstract

Read online

Însan hîssên xwe bi duanî bi ziman îfade dikin. Hîssên însanan gerdunî ne. Hêrs, hezkirin, şermkirin û hwd. hîssên gerdûnî ne. Lê tiştên ku têne hezikirin an jê tê şermkirin li gor çandan diguhere. Yanê hîs çand-spesîfîk in. Wexta kesek ji zimanekî zêdetir zimanan bizanibe dê hîssên xwe çawa bijî. Gelo ew ê bi zimanê yekem ve an zimanê din ve hîssên xwe bîne ziman? Mijara duzimanîtî û hiss bi vê pirsê dest pê dike. Di vê gotarê de bersiva vê pirsê di çarçoveya duzimanîtîya kurdî-tirkî de hate gerîn. Wekî metod lîteratur hate lêkolîn û li qadê çevdêrî hatine kirin. Bersiva vê pirsa bi zimannasîya tetbîqî ve eleqedar çima dê bersiva gelekî prisên pratîk bide, loma girîng e. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku li gor şert û şûrtên duzimanên kurdî-tirkî, îfadekirina hîssan dibe ku bi zimanê yekem an jî bi zimanê duyem baştir û kûrtir bê kirin.

Keywords