Mukaddime (Nov 2021)

Navbermedyayî: Di Edebiyatê De Arasteyeke Nû û Ji Edebiyata Kurdî ya Kurmancî Çend Mînak

  • Mehmet Emin Purçak

DOI
https://doi.org/10.19059/mukaddime.909341
Journal volume & issue
Vol. 12, no. 2
pp. 526 – 550

Abstract

Read online

Armanca vê xebatê danasîna teknîka navbermedyayiyê, tesbîtkirina bikaranîna wê ya di metnên edebî de û bandora wê ya li ser tekstên edebî ye. Ji bo vê pêşiyê em dê li ser têgehên medyayê û medyaya nû bisekinin. Di vê beşê de em dê li ser etîmolojiya têgeha medyayê û di wateya fireh û teng de bikaranînên wê bisekinin. Dû re dê temasî pêvajoya derketina têgeha navbermedyayiyê, têkiliyên navbermedyayî yên qadên cuda û danûstendinên wan bê kirin. Piştî vê, em dê zîqî ser wate û wergirtina nav xwe ya têgeha navbermedyayiyê bin û di metnên edebî de çawa ji navbermedyayiyê sûd tê girtin, ji çend berhemên ku di edebiyata Kurdî (Kurmancî) de derketine pêş hereket bikin û medyayên cuda di nava hev de çawa hatine bikaranîn nîşan bidin. Di vê çerçoweyê de berhemên bi navê Bîra Qederê, Gerîneka Guernicayê, Belkî Îşev Binive, Şevekî Îstîsmar, Fîtnevîzyon, Tarantîno Bavê Min û Ez, Hêvî û Têkoşîn, Saturn, Pirça Winda û Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê têkiliyên navbermedyayî di bin sê sernavan de hatine analîzkirin. Di serî de di roman û çîrokê de bikaranîna fotografan; ya duyem di helbest, çîrok û romanê de bikaranîna sînema û televîzyonê û di ya sisiyan de jî bêhtir hêmanên wekî whatsApp, instagram, youtube, facebook ku aîdî medyaya înternetê ku bandora wan ya li ser metnên edebî yan jî di metnên edebî de behsa wana çawa debas dibe, di berhemên navborî de dê ev xal bên tesbît û tehlîlkirin. Ji bo vê jî em dê ji teknîka berawirdkirinê sûd bigirin. Bêjeyên Sereke: Medya, medyaya nû, navbermedyayî, metnên hîbrît, edebiyata Kurdî

Keywords