Nubihar Akademi (Jun 2024)
Elîfname di Edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de
Abstract
Di vê gotarê de wek şêwazeke edebî şeş elîfnameyên edebiyata kurdî (kurmancî) hatine danasîn û elîfnameya Siyahpoş û Şêx Ehmedê Feqîr bi hûrgilî hatine vekolan. Elîfnameya Siyahpoş, Şêx Ehmedê Feqîr, Weda‘î û Ce‘ferqulî Zengelî mînakên ji qada edebiyata klasîk û bi kurmancî ne. Elîfnameya Yûsifê Terxanî mînakek ji qada edebiyata gelêrî û bi kurmancî, ya Mela Ebdulfettahê Hezroyî ji qada edebiyata klasîk û bi erebî ye. Armanca vê xebatê danasîna elîfnameyên kurmancî û vekolîna taybetmendiyên wan e. Bi vê mebestê piştî destpêka xebatê behsa çarçoveya têgihî, mijar, taybetmendî û rêzbendiya elîfnameyan herwiha cihê elîfnameyan di edebiyata kurmancî de hatiye kirin û şeş elîfnameyên edebiyata kurmancî ji hêla rêzbendî û naverokê ve hatine dahûrîn. Taybetmendiyên elîfnameya Siyahpoş û Şêx Ehmedê Feqîr jî bi hûrgilî hatine diyarkirin û bi tabloyan şiklê rêzbendiyê hatiye nîşandan. Metnên her du elîfnameyan di dawîya xebatê de hatine bicihkirin. Di encama vekolînê de em têdigihîjin ku helbestvanên kurmanc ji hêla şiklê tertîbê ve elîfnameyan rast tercîh kirine. Siyahpoş û Feqîr şêwazeke resen ceribandine ku ev, dahêneriya helbestvanên kurmanc e. Helbestvanên kurmanc elîfnameyên xwe li ser hebûn, yekîtî û hikûmraniya Xwedê, pesn û hezkirina Resûlê Xwedê, hin mijarên dînî û evîna beşerî nivîsîne.